Çand û reseniya qedîm a herêma Hewreman ji ber avahiyên modern winda dibe

Yek ji cihên ku mîna bihûşta li ser rûyê erdê tê hesibandin, herêma Hewreman a li ser sînorê Başûr û Rojhilatê Kurdistanê ye.
Herêma Hewreman ji derveyî çand û avahîsaziya xwe ye resen, xwedî çend berhemên xwe yên taybete û herêmek geştyarî ye.
Lê niha çand û resenbûna herêmê jiber avahiyên beton û polîtîkayên bişaftinê ber bi winda bûnê ve diçe.

Tevî ku li herêma Hewremanê çend cihên geştiyariyê hene, lê niha li wan cihan girîngiyê nadin çanda herêmê.

Geştyarên herêmê dibêjin, metirsiyek mezin heye ku li herêmê çanda resen a herêmê nemîne û hêdî hêdî tine bibe û avahiyên nû li cihê avahiyên dîrokî digire.

Hena Ebdullah ku xelkê Hewraman e, diyar kir ku li ser çand û reseniya Hewreman metirsiyek mezin heye û got:

“Ji ber ku berê bi keviran xanî dihatin çêkirin û beşeke ji reseniya Hewremane, lê niha bi awayek modern bi bilokan cuda çêdikin.

Ev yek jî ti taybetmendiya Hewraman têde nîne.”

Mamostayê Zanîngeha Silêmaniyê Dr. Omer Remezan jî diyar kir ku, ew yek zengek metirsîdare û divê Hewereman vegere li ser çanda xwe ya resen.

Back to top button