Piştî kuştina serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir El-Bexdadî, DAIŞ’ê xelîfeyê wî yê nû ragihand.
Ajansa REUTERS’ê ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê bi dengekî qeydkirî, kuştina serçeteyê xwe Ebû Bekir Bexdadî piştrast kirin û xelîfeyekî nû li şûna wî ragihandin.
Xelîfeyê nû jî serçeteyê bi navê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureşî ye.
Her wiha çeteyên DAIŞ’ê kuştina berdevkê DAIŞ’ê Ebû El-Hesen El-Muhacirî jî piştrast kirin û çeteyê bi navê Ebû Hemza El-Quraşî li şûna wî erkdar kirin.
27’ê Cotmehê Hêzên Sûriya Demokratîk bi daxuyaniyekê ragihand ku serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Bekir Bexdadî bi operasyoneke hevbeş bi Emerîkayê re li Idlibê hate kuştin.