Hikûmeta Şamê û çeteyên Tirkiyê li rojavayê Helebê şer dikin

Li herêma qaşo bêçek e, şerê navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de dewam dike..
Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, her du alî li rojavayê Helebê bi çekên giran li hev didin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan da zanîn ku hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk li eniya Mêznaz û Kefer Nûranê yên rojavayê Helebê bi çekên giran şer dikin..

Çavdêriyê got ku hêzên hikûmeta Şamê gundên Tiqad û Kefer Tealê yên rojavayê Helebê, her wiha derdora bajarê Erîha yê Idlibê topbaran kirin..

Lê belê heya niha ti agahî der barê jimara kuştî û birîndaran de nehatine ragihandin..

Hêzên hikûmeta Şamê, duh jî, gundê معترم Mutrem ê rojhilatê Erîhayê, yê ku çeteyên Tirkiyê lê bicih in, topbaran kir..

Û di encamê de şer di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyan de rû da..

Back to top button