Serokwezîrê yûnanistanê kîryakos Mîtsotakîs çarşemê ragihand ku , şaştiyeke mirovî bû sedema qeza di navbera du tirênan de û bû sedema mirina 38 kesî.
Qezaya ku di şeva çarşema borî de çêbû mezintirîn kareseta tirênan li Yûnanistanê ye.
Weke rexnedayîn ji bo qurbaniyên karesetê Wezîrê Veguhestinê îstîfaya xwe ragihand .
Ev yek weke mafê rêzgirtinê ji ruhê qurbanên karesetê binav kir .
Qeza 380 KM li bakurê Esîna bû lê rêveberê navenda tirênê ya bajarê Larsiya hat girtin .
Leza tirênê di dema qeza de ne diyare lê kenala ( Î R T ) got ku lez zêdetirî 140 KM /S de ye .
Hin jêderan ragihand ku qurbanî gelekî dûrî cihê buyerê hatin dîtin ji ber ji tirênê hatibûn avêtin .
Hejmareke mezin ji qurbaniyan xwendekar bûn ji kernevala Yûnanistanê vedigeriyan .
Yûnanistanê 3 rojan heyama xwemgîniyê ji qurbanên karesetê ragihand .