PDK’ê li Metînayê alîkariyê dide artêşa Tirk

Di 14’ê Nîsana 2022’yan de li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşînê Artêşa Tirk êrîş dabû destpêkirin.
Gerîla li hember van êrişan berxwedanek bêhemba raber kir ..
Bêguman di van êrşan de PDK’ê jî destê wê di van êrişan de heye û bi dagirkeran re hevkare ..
Hêzên PDK’ê niha ji bo artêşa Tirk a li Girê Hekarî asê maye biparêze, li sê bendan baregehên leşkerî ava kirin.

Artêşa Tirk di 14’ê Nîsana 2022’yan de li dijî qadên Zap, Metîna û Avaşînê yên di nav sînorên Başûrê Kurdistanê de êrîş dabû destpêkirin.

Li hemberî van êrîşan berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê didome.

Careke din derket holê ku PDK bi dagirkeran de hevkariyê dike.

PDK nedihişt ku gerîla tevbigere, li pêşiya gerîlayan kemîn datanîn û ji bo wesayîtên zirxî yên leşkerên Tirk jî rê çêkiribû.

Hêzên PDK’ê vê carê jî li Girê Hekkarî çû hawara artêşa Tirk .

Dîmenên ku hatine kişandin diyar dike bê çawa PDK ketiye bin xizmeta artêşa Tirk.

Vê xizmeta ku PDK’ê ji bo artêşa Tirk dikir, nekarî berxwedana hêzên gerîla asteng bike.

Dema ku artêşa Tirk li Girê Hekarî asê man, hêzên PDK’ê çû bi hewara artêşa Tirk.

Hêzên PDK’ê li ser vî girî baregehên leşkerî ava kir.

Ji bo ku hêzên gerîla êrîşî Girê Hekarî neke, li sê baregehên ku li ser sê girên cihê alaya Rêveberiya Herêmî ya Kurdistanê ya Federal hildabûn.

PDK’ê ji bo tankan rê çêkirin

Girê Hekarî bi qasî 15 kîlometreyan dûrî sînorê Tirkiye û Iraqê ye û li Amêdiyê cihê herî bilind e ..

Ji ber vê jî xwedî girîngiyeke stratejîk e.

Bi rêyeke ku ya ku PDK’ê çêkir Girê Hekarî bi xeta sînor hate girêdan.

Artêşa Tirk bi vê rêyê tank, wesayîtên xwe yên zirxî û alavên xwe yên leşkerî digihîne heta Girê Hekarî.

Niha li rojhilatê Ava Zê li qada Metînayê bi tenê li Girê Hekarî hêzên artêşa Tirk heye.

Hêzên dagirker li hemberî berxwedana gerîla, nekarî li girên li dora vî girî li ber xwe bidin û hêzên dagirker vekişiyan.

Tekane sedema ku PDK li dora Girê Hekarî rêyan û baregehan çêdike ev e ku nahêle keleha dawîn a artêşa Tirk a li vê herêmê bikeve.

Back to top button