Ruto careke din bo serokatiya Kenya hat hilbijartin

Li Kenya encama hilbijartina serokatiyê eşkere bû. William Ruto bû serokê 5. yê Kenayayê. Lê vê yekê li nava welat alozî zêdetir kir.

Li Kenya careke din hilbijartinek bi aloz pêk hat.

9’ê Tebaxê welatî ji bo hilbijartina serokê nû çûn ser sindoqan.

Di daxuyanîya ku ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Kenyayê ve hat dayîn de hat ragihandin William Rutoyê ku ji sala 2013’an ve cîgirê serokomar e ji sedî 50,49ê dengan wergirt.

Bi vê yekê re bû serokê 5. yê welat.

Hevrika Rûto ya çepgir, lîdera muxalefetê Raila Odinga ji sedî 48,85 ê dengan stend.

Ji 7 endamên Komisyona Hilbijartinê ya Kenyayê 4 kesan red kirin ku encamên hilbijartinê piştrast bikin û gotin;

Encamên hilbijartinê “nayên famkirin.”

Cîgira Serokê Komîsyona Hilbijartinê Juliana Cherera di daxuyaniyekê de got:

“Em nikarin bêjîn ku di vê qonaxa dawî ya hilbijartinê de, bêjin bi zelalî pêk hatiye.”

Nûnerê partiya Odinga beriya niha îdia kiribû ku di hilbijartinê de “neqanûnî” û “rêvebirina şaş” heye.

Serokê Lijneya Hilbijartinê Wafula Çebukatî jî diyar kir ku li gel tehdîdan jî peywira xwe bi cih anîne û wiha got:

“Min sond xwariye ku xizmeta vî welatî bikim û min li gor destûra bingehîn û qanûnên welêt peywira xwe pêk anî.

Em li ser rêwîtiyek ji bo ku Kenyayî hilbijartinek adil û pêbawer pêk bînin meşiyan.

Ew rêwîtiyek hêsan nebû.

Komîser birîndar bû.”

Serokê nû Rûto di axaftina xwe de spasiya Komîsyona Hilbijartinê kir.

Ruto destnîşan kir ku Chebukati “qehremanek” e û got,

“Êvarek xweş, serwerî ya gelê Kenyayê ye.

Ez ê hikûmetek şefaf, vekirî û demokratîk bimeşînim.

Ez dixwazim soz bidim hemû gelê Kenyayê ku ew ê hukûmeta wan be.”

Li welatê ku 22 mîlyon niştecihên xwe heyî, hilbijartin bi aloz derbas dibin.

Di hilbijartinên sala 2007’an de bêtirî 1200 kesan û di hilbijartinên 2017’an de jî bêtirî 100 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Back to top button