Li Mûsilê Çeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

Çeteyekî din ê DAIŞê li Mûsilê ket destê hêzên Iraqî.
Rêveberiya Îstîxbarata Iraqê ragihand ku hêzên wan di encama operasonekê de li Musilê çeteyek DAIŞ’ê girtine.

Rêveberiya Îstîxbarata Iraqê derbarê vê yekê daxwiyaniyek da û ev agahî parve kirin :

“Hêzên me di encama operasyonekê de li Musilê çeteyek DAIŞ’ê girtine.

Operasyon li bajarokê Teklîf ya Musilê pêkhat.”

Çeteyê hatî girtin, karê veguhestina xurek û çareseriya tenduristiyê ji bo çeteyên DAIŞ yên li çiyayê Baduş dikir.

Back to top button