“DAIŞ’ê li nêzî Bexdayê êrîş kir û 11 kes hatin kuştin”

Li nêzî paytexta Iraq Bexdayê, çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser nuqteyeke leşkerî û 11 kesan jiyana xwe ji dest da.

Êrîş duh derengiya şevê li rojavayê Bexdayê li dijî nuqteyeke leşkerî pêk hat.

Hêzên ewlekariyê yên Iraqê ragihand ku di nava kesên jiyana xwe ji dest daye, 5 endamên Haşdî Şabî hene.

Hate ragihandin ku 6 kesên din jî şêniyên herêmê ne û dema hewl dane piştgiriyê bidin Haşdî Şabî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan, 8 kes jî birîndar bûne.

Heta niha kesî berpirsiyariya êrîşê negirtiye ser xwe, lê hêzên ewlehiyê yên Iraqê êrîş spart çeteyên DAIŞê.

Back to top button