Partiya Komunîst: Divê lihevkirineke mayînde di navbera PKK û PDK’ê de çêbe

Bertek û nerzîbûn li dijî hewldanên derxistina şerê navxweyî yê Kurdî roj bi roj zêde dibin. Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst Kawe Mehmûd û çavdêrê siyasî Luqman Hesen bang li PDK’ê kir ku digel PKK’ê rûnin û şêwazê xwe yê gefxwarinê bi dawî bikin.

Gel, partî, çalakvan û çavdêrên siyasî, PDK’ê sedema sekere ya girkirina şerê navxweyî yê Kurdî nîşan didin.

Sekreterê Komîteya Navendî ya Partiya Komunîst a Kurdistanê Kawe Mehmûd di vê derbarê de got:

“Em weke Partiya Komunîst, dixwazin di navbera PKK û hikûmeta Başûrê Kurdistanê de lihevkirneke mayînde çêbibe.

Em daxwziya peywendiyên nîştimanî, qanûnî û rewa dikin.

Em ne alîgirê rûdana şerê PDK’ê yê li dijî PKK ne.”

Çavdêrê siyasî Luqman Hesen jî bang li PDK’ê kir ku şêwazê xwe yê gefxwarinê bi dawî bike û hizirê neteweyî bo xwe bingeh bigire.

Luqman Hesen her wiha bang li aliyên siyasî yên Başûr jî kir ku li dijî hewldanên qewimandina şerê birakujiyê rabin û nehêlin tevahiya Kurdan bi vî agirê bişewitin.

Çalakvanên Helebceyê jî li dijî hewldanên derxistina şer axivîn.

Çalakvanê Civaka Sivîl Serwer Mihemed da zanîn ku çi dema Kurd nêzî hev bûne û gav ber bi yekîtiyê ve avêtine, dijmin bi her rêbazê hewl daye fitneyê derxe.

Çalakvanê Civaka Sivîl Umer Osman jî têkildarî heman mijarê, bang li welatiyên Başûrê Kurdistanê kir ku ji tevlêbûna vî şerî hişyar bin û nedin pey aliyên fitneker.

Li dijî heman hewldanên derxistina şerê navxweyî, şêniyên navçeya Ranyayê jî li hev kom bûn û bi daxuyaniyekê bang li hêz û partiyên Kurdî kir ku li dijî hewldanên şer derkevin û ji bo avakirina yekîtiya neteweyî, digel hev rûnin.

Back to top button