Pevçûnên navbera Filistîn û Îsraîlê careke din destpê kir

Tevî hemû bangawazî û hewildanan şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de kêm nabe.
Agirbesta ku hatî ragihandin jî ne karî rojekê dewam bike.
Piştî nimêja înê li derdora Mizgefta Aqsayê şer di navbera filistîniyan û hêzên Îsraîlê de rû da.
Hat diyar kirin gelek Filistînî birîndar bûne.

Di demeke hêviyên aramiyê ji agirbesta hatî ragihandin li herêmê heyî careke din di navbera Îsraîl û Filistînê de şer derket.

Li gorî medyayên Filistînê, li Qudisê piştî nimêja Îniyê şer di navbera filistîniyan û hêzên Îsraîlê de der ket û di şer de hejmareke filistînî bi guleyên blastîkî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê li Xezayê bîlançûya 11 roj ji şerê navbera Îsraîl û Filistînê eşkere kir.

Wezaretê ragihand ku di encama şerê rûdayî de 243 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane.

Ji vane, 66 zarok, 39 jinin.

Her wiha 1910 kes jî birîndar bûne.

Agirbest, bi navbeynkariya Misirê hate ragihandin.

Dema agirbest kete meryetê jî li nava kolanên Xeza şahî hatibûn lidarxitin.

Şer encamên girtekên Îsraîlê yên desteserkirina malên li taxa Şêx Cerah a Qundisê ye.

Pêşniyara agirbestê ji aliyê Meclisa Wezîran ve hate erêkirin û hikumeta Îsraîlê ya biçûk jî erê kir.

Hikumeta Îsraîlê diyar kir ku agirbesta ku Misirê pêşniyar kiriye wê bê şertên pêşîn be.

Her wiha destnîşan kir ku agirbest dê saet 02:00’an ê barbanga Înê bikeve meryetê.

Ji aliyê xwe ve, komên Filistînê jî ragihand ku ger Îsraîlê pabendî agirbest bibe, ew jî wê pabend bibin.

Medyayên Misirê jî ragihandin ku serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî dê du şandeyên ewlehiyê bişîne Filistîn û Îsraîlê da ku agirbestê bişopînin.

Di şerê ku 7’ê Gulanê despê kir û heta 20 mehê dewam kir de, nêzî 100 hezar kesî ji Xezayê koçber bûn e.

Back to top button