Xelkên Şengalê ji bo parastina Asayîşa xwe dest bi çalakiya konvedanê kirin

Xelkên şengalê bi asayîşa xwe re ne, bi biryare ku asayîşa xwe biparêze. Ji bo vê jî Şengaliyan li ber Navenda Asayîşa Şengalê kon vedan û dest bi çalakiyê kirin.

Şengalî diyar dikin ku wan komkujiya Şengal bîrnekirine derveyê Aşayîşa Êzîdîxan wê ti hêzê qebûl nekin. Îradeya me hêza me ya parastinê ye.

Berxwedana xelkê Şengalê ya li dijî peymana di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku dixwazin bê îrade bikin berdewam dike.

Xelkên şengalê li dijî êrîşêke mihtemel ê li ser Asayîşa Êzidxanê vê carî li ber Navenda Asayîşa Şengalê kom bûn û kon vedan.

Wê çalakiya wan hefteyekê berdewam bike û wê her roj komek çalakiyê dewir bigirin.

Çalakiya îro ji aliyê çalakvanên Komelgeha Guhbel û Zorava ve tê berdewam kirin.

Taybet jî jin û ciwan ji çalakiyan re pêşengtiyê dikin û bibiryarên li hember her rewşê rûbide Asayîşa Êzîdxanê biparêzin.

Endama Meclîsa Jinan a komalga Zorava Nûrê Hecî li ser girîngiya çalakiyê ji ajansa Rojnews’ê re axivî.

Endama Meclîsa Jinan a komalga Zorava Nûrê Hecî diyar kir ku îradya wan hêza wan a parastinê ye, ewê nehêlin ku plana li ser wan hatiye kirin bikeve meryetê.

Back to top button