Li Belçîka wê ji bo Bakûr û Rojhilatê Sûriyê konferans pêk were

Li paytexta Belçîka Brûkselê der barê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de konferansek navnetewî tê lidarxistin.

Konferans wê bi navê ”Bakur û Rojhilatê Sûrî/Rojava.. Ezmûna Herêmî û Navdewletî” li avahiya Perlemana YE ya li paytexta Belçîka Brûkselê were lidarxistin.

Konferans wê sibe dest pê bike û 2 rojan berdewam bike.

Çav li rê ye ku ji qada navnetewî û çar aliyên Kurdistanê gelek rewşenbîr, siyasetmedar, akademisyen û rojnamevan tevlî konferansê bibin.

Di rûniştinên konferansê de wê rewşa siyasî ya Bakur û Rojhilatê Sûrî/Rojava û encamên êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê û bandora van êrîşan li ser ewlehiya herêmê û qada navdewletî bê nirxandin.

Leave a Reply

Back to top button