Amerîka: Serçeteyekî din yê DAIŞ’ê li Sûriyê hate kuştin

Cîhan ji qirêjek din jî xelas bû.
DYA ragihand ku di encama oparasyonek wan ya li dijî DAIŞ’ê de, Serçeteyê DAIŞ’ê Xalid Eyd Ehmed El Ceburî hatiye kuştin.
Serçete Ciburî bi êrişên terorî yên li nava Ewropayê dihatin pêkanîn de bi bandor bû.

Fermandehiya Navendî ya Amerîkayê (CENTOM) îro di daxuyaniyekê de ragihand ku yek ji rêveberên payebilind ê Çeteyên DAIŞ’ê Xalid Eyd Ehmed El Ceburî di operasyoneke leşkerî de hatiye kuştin.

Fermdanriyê her çiqasî cihê kuştinê diyar nekiribe jî lê eşkere kir ku ev oparasyon li Sûrî pêk hatiye.

Berpirsên Amerîkî gotin,

Serçeteyê payebilind ê DAIŞ’ê “berpirsiyarê plankirina êrîşên terorîstî yên li Ewropayê ye”.

Di daxuyaniyan de hat gotin, operasyon doh pêk hatiye.

Di daxuyaniyê de hurgiliyên berfireh yên li ser oparasyonê nehatine parvekirin.

Di operasyonê de ti sivîl birîndar nebûn û nemirin.

Fermandarê CENTCOM’ê Mîchael Kurilla diyar kir ku rêxistina terorê ya ku di sala 2019’an da li Sûriyê di warê leşkerî de têkçû û wiha got:

“Hê jî ew hêza ku li herêmê bi daxwaza êrîşan li derveyî Rojhilata Navîn pêk bîne heye.”

Cebûrî “avahiyeke serkirdayetî di nav DAIŞ’ê de ava kir.”

Li gorî rayedarên CENTCOM’ê kuştina serçete Cibûrî wê “êrîşên DAIŞ’ê yên derve bi awayekî demkî asteng bike”.

Êrişên bixwîn yên li Ewropa

DAIŞ’ê di salên dawî de berpirsyariya gelek êrîşên li Ewropayê girt ser xwe.

2015’an di êrîşa meha Mijdarê ya li Parîsê de 130 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di sala 2016’an de jî li bajarê din ê Fransayê Nice 86 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.

Di Cotmeha 2019’an de, Waşingtonê ragihandibû ku serokê DAIŞ’ê Ebûbekir el-Bexdadî di operasyoneke leşkerî de li bakur-rojavayê Sûriyê hatiye kuştin.

Di dawiya sala 2022’an de jî serçeteyê DAIŞ’ê Ebû Hesen El-Haşimî El-Qureyşî hat kuştin.

Piştî vê DAIŞ’ê diyar kir ku “emîrê” nû Ebû Husên el-Hisên Qureyşî ye.

Back to top button