ŞANDEYEK JI HDP’Ê Û KCD’Ê ÎRO GIHAŞT HERÊMA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ

Îro şandak ji Hevserokê HDP’ê Sezaî Temellî û hevserokê KCD’ê Berdan Oztûrk bi armanca rêzhevdîtinan bi rayedarên başûrê Kurdistanê û partiyên siyasî re bikin gihîştin bajarê Hewlêrê.

 

Şande li balefirgehê ji aliyê Parêzgehê Hewlêrê Newzad Hadî, Berpirsê Pêwendiyên PDK’ê Elî Hisên, Hevserokên Nûnertiya HDP’ê li başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş û Abid Îke ve hat pêşwazîkirin.

Şande demekê li balefirgehê bi Newzad Hadî re sohbet kir, piştre jî Sezaî Temelli têkildarî serdana xwe ya herêmê pirsên rojnamevanan bersivandin.

Şandeya HPD’ê ku di nav de Feleknas Uca, Muzeyen Guneş û Abid Îke wê bi Serokê Giştî yê PDK’ê Mesut Barzanî re hevdîtinê pêk bînin.

Her wiha tê payin şandeya HDP û KCD’ê wê sibe jî bi Serokê Herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtinê pêk bîne.

Leave a Reply

Back to top button