Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di êrişê de yek ji Fermandarên wan Şiblî Şiblî şehîd buye.
QSD’ê diyar kir wê êrişên dijmin bê bersiv nemînin û wê tola şehîdan hilînin.
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê jî têkildarî êrişa dewleta Tirk a li Dêrikê daxuyaniyek nivîskî da.
QSD’ê eşkere kir ku di êrişê de yek ji fermandarên wan Şiblî Şiblî bi nasnav Ferhad Dêrikê di êrişê de şehîd buye û ev agahî parve kir;
“Vê sibê balafireke bê mirov fermandar Ferhad Dêrik dema serdana mala xwe dikir, li naverasta bajarê Dêrikê kir armanc.
Di encamê de hevrê Ferhad şehîd bû.”
QSD’ê derbarê kesayet û jiyana şehîd Ferhad Dêrik de wiha dibêje:
“Şehîd Ferhad ji malbateke welatparêz e ku bi têkoşîna netewî ya Kurd û Sûriyeyî xwedî dîrokeke tijî û dagirtî ye.
Malbatê di çarçoveya şoreşa Rojava- Bakur û Rojhilatê Sûriyê de gelek şehîd dane.
Yek ji wan şehîdan Ferhad Dêrik e yê par di êrişa balafira bê mirov a dewleta Tirk de li nêzî bajarokeke Silêmanî şehîd bû.
QSD: Şehîd Ferhad bê navber û westan kar dikir
Ji destpêka şoreşê ve şehîd Ferhad beşdarî nava refên têkoşînê bû, erka parastina gel, bajar û taxan girte ser xwe û roleke sereke di avakirina komên leşkerî yên pêşîn de lîst.
Hevrêyê me şehîd Ferhad beşdarî piraniya pêngavên leşkerî yên li dijî DAIŞ û êrişên dewleta Tirk bû.
Şehîd Ferhad bi dilnizmî, dirustbûn û jîrbûna xwe dihat naskirin û xwedî ruhê hevaltiyeke şoreşgerî ya bilind bû.
Bi şev û roj bê westan kar kir û ji bo pêkanîna armancên şoreşê yên azadiya gelê xwe têkoşiya.
Şehîd Ferhad beriya ku şehîd bibe mîsyona rêvebirina Nivîsgeha Têkiliyên Leşkerî ya bi hêzên Koalîsyona Navneteweyî re ya li Dêrazorê wergirt.”
QSD: Em ê hesab ji kujeran bipirsin
QSD’ê di dawiyê de sersaxî ji malbata şehîd Ferhad Dêrik Şiblî re û tevahî malbatên şehîdan re xwest û got:
“Em ê besiva êrişan bidin û tola şehîdên xwe hilînin.
Bersiva me wê layiqî xwîna hevrêyê me yê şehîd be. Wê xwîna şehîdan vala neçe û hesab ji kujeran bê pirsîn.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye:
Nasnav: Ferhad Dêrik
Nav û paşnav: Şibilî Şibilî
Navê dayikê: Xanim
Navê bav: Mihemed
Cih û dîroka jidayikbûnê: Dêrik/1995
Cih û dîroka şehadetê: Dêrik-27′ê Cotmeha 2023′an.′′