Fermandarên ECOWASê civîna xwe ya bo Nîjerê paşde xist

Fermandarên ECOWASê ji bo rewşa dawî ya li Nîjerê di warê leşkerî de binirxînin wê li Gana civiyan.
Lê ev civîn ji nişka ve hate paşxistin.
Hate îdiakirin ku paşdexistina civînê ji ber pirsgirêkên teknîkî ne.
Lê ji bo civîna nû jî demek nehat diyarkirin.

Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê (ECOWAS) ji ber sedemên “teknîkî” civîna xwe ya krîza li ser Nîjer, ya ji bo îro hatibû plankirin, paşxist.

Lîderên welatên rojavayê Afrîkayê roja borî li paytexta Nîjerya Abujayê li hev civiyan.

Lîderan, li hev kirin ku di zûtirîn dem de “hêzek berpirsiyar” bicîh bikin da ku piştî derbeyê, demokrasî li Nîjerê vegere.

Dihat pêşbînîkirin ku serfermandarên welatên endamên ECOWAS îro li paytexta Gana Akkarayê bicivin.

Lê hat ragihandin ku civîn ji ber “sedemên teknîkî” ji bo demeke nediyar hatiye paşdexistin.

Di civîna îro de mijara ku hêzên ECOWAS (ESF) ku ji bo destwerdana krîzên li rojavayê Afrîkayê hatine damezrandin û navenda wê li paytexta Nîjeryayê Abuja ye, wê çawa li qada mijarê bicih bikin be.

Li Nîjerê 26’ê Tîrmehê artêşê desthilatdarî bi dest xistibû.

ECOWAS hewil dide bi rêya danûstandinan pirsgirêkê çareser bike.

Li Afrîka bicihbûna hêzên ECOWASÊ

Hêzên rezervê yên ECOWAS, 2003’an derbasî Perava Fîl û Lîberya bûn.

Di sala 2012’an de Gîne Bîsau û 2013’an jî li Malî weke hêzeke aştîparêz kar kirin.

Ev hêzên ji welatên endam pêk tên, di dema krîzan de ji bo aramnkirina rewşê liherêman têne bicihkirin.

ECOWAS ku hêzeke wê ya leşkerî ya komkirî ya ji bo bicihkirinê nîne, li gorî geşedanên herêmê dikare ji welatên endam 2 hezar û 750 hêza kar ava bike.

3 welatên ECOWASÊ li dijî destwerdanek leşkerî ya li Nîjerê ne

Ji derveyî Gîne, Malî û Bûrkîna Faso, ya hikumetên cûntayê lê desthilatdar in, hemû welatên endam piştgirî didin operasyoneke leşkerî ya muhtemel ku ji aliyê ECOWAS’ê ve li Nîjerê were organîzekirin.

Di rewşa li Nîjerê de çav li Nîjeryayê ye

Tê texmînkirin, Nîjerya ku 1,600 kîlometro dirêjahiya sînorê xwe bi Nîjer re heyî û xwedî kelûmelên leşkerî yên pêşketî ye, di vê operasyonê de roleke sereke bilîze.

Ji bo ku hêzên ECOWAS mudaxeleyî her welatekî bikin, divê biryarek hevbeş were girtin an jî ji hêla Yekîtiya Afrîkayê ve were destnîşankirin.

Ger hewldanên navbeynkariyê yên ji aliyê cûntaya li Nîjerê ve tên kirin bi ser nekevin, destwerdana leşkerî wekî “çareya dawî” tê dîtin.

ECOWAS: Vebijêrka leşkerî û dîplomasî li ser masê ye

Back to top button