Keştiyên Rusî nuqtene DAIŞ’ê li çolistana Sûrî topbaran kirin

Şevê din Keştiyên Leşkerî yên Rusyayê ku li beravên Sûriyê dimînin, nuqetene DAIŞ’ê li çolistana Sûrî dan ber mûşekan.
Di depoyên çekan ên Îranê li Şam û derdora wê de jî, teqîn pêk hatin.

Navenda Çavêdiya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku navend û şikeftên çeteyên DAIŞ’ê yên li çolistana di navbera Hema û Humisê de hatin bombebarankirin.

Heta niha ti agahî derbarê encama vê êrîşê de, nehatiye zelalkirin.

Hêzên Hikûmeta Şamê jî, ji aliyê xwe ve karwanekî leşkerî şand çolistana Dêrazorê.

Ev êriş û tevgerên leşkerî piştî 3’ê rojan ji êrişa çeteyên DAIŞ’ê li çolistana Dêrazorê li dijî erebeyeke hêzên Hikûmta Şamê, ku di encama wê de 33 leşkerên Hikûmetê hatin kutştin, pêk tên.

Şam-Di depoyên çekan ên Îranê de teqîn çêbûn

Şevê din li Paytexta Sûriye Şamê, dengê teqînan hat bihîstin.

Çavdêriya Sûrî da zanîn ku teqîn di depoyên çekan ên komên çekdarên Îranê li Şam û derdora wê pêk hatine.

Di encamê de zirarên madî çêbûn.

Heta niha nayê zanîn, gelo ev teqîn di encama êrişeke Irasîlê de ye, yan jî teqînek di depoyên li ser erdê ye.

Back to top button