Hêzên Asayîşê a Reqayê bazirganekî narkotîkê girtiye û bi wî re gelek madeyên hişbirê hatin desteser kirin.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bazirgan duh li Reqayê piştî şopandinê û berhevkirina belgeyan hatiye girtin.
Navendê eşkere kir ku bi wî bazirganî re gelek madeyên hişbirê û amûrên bikaranîna wê û çek desteser kirine.
Di lêpirsînê de sûcdar li xwe mikur hat ku di berdêla pereyan de madeyên hişbirê belav kiriye.
Piştre ji Desteya Dozgeriya Giştî re hate şandin.”