Desteya Tenduristiyê projeyên xwe yên 2023’an eşkere kirin

Desteya Tenduristiyê di civîna xwe ya salane de pirsgirêk û astengiyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşiya wê derketine nirxandin û plansaziyên xwe yên sala 2023’an eşkere kirin.

Di civînê de şêwirmendê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Fîras Cûma axivî û diyar kir ku Rêveberiya Xweser ji cîhanê re hebûna xwe di aliyê siyasî, leşkerî û aborî de îsbat kir.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Gebraîl Şemûn jî da zanîn ku Rêveberiya Xweser û MSD’ê dixebitin ku îsal tevgera xwe ya qada diplomasiyê xurttir bikin.

Piştre desteyê bi daxuyaniyekê plansaziya sala 2023’an eşkere kir.

Li gorî daxuyaniyê hin xalên girîng ên plansaziyê wiha ye:

  • Divê hemû rêxistinên mirovî di nav de WHO di mijara danûstandina bi dosyayên mirovî û tenduristî re bê alî bin.
  • Avakirina nivîsgehên çavdêriya fenî û tenduristî ji bo şopandina xebatên hemû saziyên tenduristiyê.
  • Avakirina navendên taybeti ji bo peydakirina xwînê.
Back to top button