Destaya Perwerde û fêrkirinê diyar kir ku rêjeya serkeftina xwndekaran îsal ta niha baş e

Navenda Ezmûnan a Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê diyar kir ku diyarkirina encama kaxezên ezmûnan ên refên 9 û 12`an ber bi dawî bûnê ve diçe û dazanîn ku rêjeya serkeftinê ta niha baş e.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê ji bo sala xwendinê ya nû
di navbera 6-27’ê hezîranê de ezmûnên refa 9 û 12`an pêk anî.

Endamê Navenda Ezmûnan Nûredîn Mihemed derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku wan di roja duyemîn de piştî ezmûn bi dawî bûn dest bi nivîsa pileyên kaxezan kirin.

Mihemed da zanîn ku ta niha rêjeya serkeftinê ji bo xwendekarên refa 12`an ji sedî 60 derbas kiriye.

Têkildarî awayê derbasbûna ezmûnan ên li Cizîrê Mihemed got:

“Me her tişt bi awayekî plankirî pêk anî, mamosteyên berpirsyar li gorî perespektîvên hatibûn diyarkirin, tev digeryan.

Me bi hemû hêza xwe hewl da ku ev ezmûn bi awayekî baş bi dawî bibin.”

Back to top button