Li Malî 2 jê serçete 6 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

Di dewama operasiyona Hevbeş ya di navbera Leşkerên Malî û Ferensa de hejmareke mezin ji serçeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. 

Wezîra Hêzên Ferensî Florence Parly bi daxuyaniyekê ragihand “Piştî li hevkirina wan ya bi reyedarên Malî re opserasiyonên Hevbeş wê berdewam bikin.”

Florence Parly diyar ku serçeteyê DAIŞ’ê yê bi navê Abdel Hakim El-Sehrawî ku berpirsê ragihandinê jî di nav de 6 çete hatin kuştin.

Parly da zanîn ku Mehmûd El-Bay weke serçeteyê DAIŞ’ê yê li Çolistana Sehra(Mezin) jî girtin.

Li kêleka vê operasyonê hêzên Nîjerya û Malî jî bi operasyoneke hevbeş li deverên Nîjerya û Malî du serçeteyên DAIŞ’ê girtin.

Back to top button