Şamê saetên qedexeya derketinê di Remezanê de ragihand

Hikumeta Şamê: Meha Remezanê wê qedexeya derketina derve ji saet 7:30’ê êvarî heta 6’ê sibehê be.

Li aliyekî din û di çarçoveya rêkarên li dijî belavbûna vîrûsa Coronayê hikumeta Şamê ragihand ku li herêmên li jêr kontrola wê, wê qedexeya derketina derve di meha Remezanê de ji saet 7 û nîvê êvarî heta 6 sibeha rojan din be.

Her wiha  Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê duh jî ragihand ku 5 kesên din li Sûriyê bi Coronayê ketin.

Bi vê yekê hejmara kesên ku li Sûriyê bi vîrusê ketine derket 38’an.

Back to top button