Cenazeyê Çelebî ber bi bajarê Wanê ve hate oxirkirin

Cenazeyê Panaberê Siyasî yê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî, ku ji aliyê MÎT a Tirk û hevkarên wan hate kuştin ji Silêmaniyê ber bi bajarê Wanê ve hate oxirkirin. Beriya cenaze were oxirkirin, li cihê ku hatî qetilkirin aliyê welatiyan ve hate pêşwazîkirin. Li vê derê axaftin hatin kirin û hat xwestin kujer bên eşkere kirin.

Cenazeyê Panaberê Siyasî yê ji Bakurê Kurdistanê Mihemed Zekî Çelebî ku li Silêmaniyê hate qetilkirin, ji morga Silêmaniyê hate wergirtin

Piştre Cenazeyê Çelebî ber bi kolana Bextiyarî ku lê hate qetilkirin, hate oxirkirin.

Li wir cenaze ji aliyê malbat, çalakvan, hunermend û welatparêzan ve hate pêşwazîkirin.

Li ser canazeyê Zekî Çelebî axaftin hatin kirin.

Ewil Endamê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Serokê Komeleya Karkeran a Mezopotamya Muslîm Kaplan axivî.

Kaplan, Mihemed Zekî Çelebî weke şehîdê gelê Kurd û şoreşa demokrasiye bi nav kir û got:

“Bila neyar baş bizanibin, ew têkoşîna ku Şehîd Zekî kiriye, wê rêhevalên wî dewam bikin û bigihîn armancê.”

Piştî axaftina endamê HDP’ê Muslîm Kaplan, Mela Nadir Elî axivî

Mela Nadir Elî bal kişande ser ked û têkoşîna Çelebî ya ji bo gelê Kurd û diyar kir ku wê xelk qebûl neke zarokên vî welatî ji aliyê dijmin were qetilkirin.

Mela Nadir Elî bang li hikûmetê kir ku buyerê eşkere bikin.

Piştî axaftinan canaze ber bi Mizgefta Ehmed Hacî Elî ve hate oxirkirin.

Li vir jî piştî rêûresmê olî ber bi bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ve hate oxirkirin.

Back to top button