Dagirker herêmê topbaran dikin û bi balafiran welatiyan dikin hedef

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, taybet navçeyên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê zêde bûne. Şêniyên gundên ser sînor jî ji ber gulebarana artêşa Tirk nikarin biçin nava erdên xwe. QSD’ê li Eyn Îsa deroneke dewleta Tirk xist xwarê û şervan û fermandarên herêmê dibêjin: Çi bibe bila bibe, ew ê herêmê biparêzin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, taybet navçeyên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê zêde bûne.

Rojane herêmê tên topbarankirin û balafirên bê mirov li asîman digerin, deveran û welatiyan dikin hedef.

Ji fermandarên meclisa Til-Temir Canfeda: Em ê bersiva êrişan bidin

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Canfeda derbarê êrişên li ser herêmê de ji Ajansa Hawarê re nirxandin kir: Canfeda diyar kir ku êriş zêde bûne û ew ê di çarçoveya parastina rewa de gel û deverên xwe diparêzin.

QSD’ê li Eyn Îsayê dronek dewleta Tirk xist xwarê

Êrişên li ser Eyn Îsa jî rojane didomin û balafirên bêmirov li ser herêmê digerin.

Hêzên Sûriya Demokratîk, duh li Eyn Îsayê dronek dewleta Tirk a dagirker xist xwarê..

Şervanê QSD’ê Egîd Girê Spî: Em ê gelê xwe biparêzi

”Dronên Tirkiyê rojane li ser navçeyê digerin û welatiyan dikin hedef.”

Egîd Girê Spî eşkere kir ku piştî hêzên wan ev drona dewleta Tirk xistin, navçe bi dijwarî hat topbarankirin.

Egîd Girê Spî diyar kir ku çi dibe bila bibe, ew ê xelkê herêmê ji êrişan biparêzin.

Şêniyên gundên ser sînor nikarin biçin nava zeviyên xwe

Dewleta Tirk a dagirker, di 19`ê Gulanê de jî rasterast şêniyên gundê Kîl Hesenak ên Tirbesipiyê kirin hedef..

Şêniyan diyar kir ku ev hefteyek e leşkerên dagirkeriya Tirk rojane guleyan li wan dibarînin û nahêlin ew biçin nav zeviyên xwe.

Ferman Ferman ku roja înê sewalên xwe diçêrand, ji aliyê leşkerên artêşa Tirk ve hat gulebarankirin.

Sûad Hesen ya ji gund jî destnîşan kir ku ew gelek caran li ser dengê gulebarana leşkerên Tirk ji xew şiyar dibin..

Back to top button