Ferhad Canfeda: Em rê nadin dijmin metreyekê ber bi herêmê ve pêşde werin

Fermandarekî Meclisa Leşkerî ya Til Temirê Ferhad Canfeda ji bo êrişên dewleta tirk li dijî herêmê got: “Em her tim amade ne hêza dijmin bişkînin û rê nedinê ku metreyekê ber bi herêmên me ve pêşde werin.”

Ferhad Canfeda eşkere kir ku Ji destpêka meha Nîsanê ve heta niha êrişên li ser gundewarê Til Temirê heta Zirganê zêde bûne û bi vê yekê dixwazin gundan vala bikin.

Fermandar Ferhad diyar kir ku dewleta tirk di êrişên xwe de goristan û cihên pîroz dikin hedef .

Der barê rola hêzên Rûsyaya garantor li herêmê de Canfeda got:

“Li herêmê hêzên Rûsyayê ji binpêkirinan re bê deng in.

Helwest nîşan nadin û bersiva jêdera êrişan jî nadin.”

Back to top button