PDK wê bi fermana Tirkiyê venegere Kerkûkê

Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) û partiyên li Kerkûkê gotin ku PDK wê bi fermana Tirkiyê venegere Kerkûkê.

Li avahiya YNK’ê ya bajarê Kerkûkê, 14 partiyên siyasî li ser rewşa Kerkûkê civiyan.

Lê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) tevlî civînê nebû.

Piştî civînê rêveberê YNK’ê yê Kerkûkê, Mihemed Osman daxuyaniyek çapemeniyê da.

Hat destnîşankirin ku dagirkirina zeviyên Kurdan bi ti awayî nayê qebûlkirin û bang li malbatên Kurd hat kirin ku vê tiştê qebûl nekin.

Derbarê cûdahiya di nava taxên li Kerkûkê jî hat gotin ku komîteyek ji aliyê parlamentoyê ve hatiye çêkirin.

Li ser vegere PDK’ê a ji bo Kerkûkê jî hat diyarkirin ku wê PDK bi fermana Tirkiyê venegere.

 

Back to top button