MSD’ê komxebata xwe ya 3. li Minbicê li dar xist

Îro MSD’ê, bi dirûşma ”Ber bi kongreyek neteweyî ji bo gelên Cizîr û Firatê” komxebatek li bajarê Minbicê li dar xist..
Di komxebatê de Hevseroka MSD’ê Emîne Omer axivî û diyar kir ku diyaloga Sûrî-Sûrî rêya tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê, bi slogana ”Ber bi kongireyek neteweyî ji bo gelên Cizîr û Firatê” komxebatek li bajarê Minbicê li dar xist..

Komxebatê bi beşdariya nûnerên hemû eşîrên Minbic, hemû pêkhate, siyasetmedar, nûnerên rêveberiya sivîl, rewşenbîr, hiqûqnas û oldaran, dest pê kir.

Di komxebatê de rojevên mîna, diyalogên Sûrî-Sûrî, diyalogên bi muxalefetê re, diyalogên bi hikumeta Şamê re û diyalogên Kurdî-Kurdî hat nîqaşkirin.

Lihevkirina Sûrî-Sûrî rêya çareserkirina aloziya Sûriyê ye

Hevseroka MSD’ê Emîne Omer di komxebatê de axivî û got, “Diyaloga Sûrî-Sûrî rêya tekane ya çareserkirina aloziya Sûriyê ye.”

Emîne hevdîtinên li Moskovê weke gavek erênî nirxand û destnîşan kir ku herdu aliyan çareserkirina aloziya sûriyê nîqaşkirine.

Emîna Omer anî ziman ku ji ber ku hikumeta Şamê diyalogê qebûl nake heta niha ti encam ji hevdîtinên wan yên bi hikûmeta Şamê re dernektiye.

MSD’ê komxebata xwe ya 3. li Minbicê li dar xist

Beşdarên komxebatê jî lidarxistina komxebatê weke gavek erênî nirxandin û dan zanîn ku divê diyalog berdewam bike da ku aloziya li welêt çareser bibe.

Beriya niha MSD’ê 2 komxebat li bajarê Hesekê li dar xistibûn û biryar e di dema pêş de, li gelek deveran, komxebat werin lidarxistin.

Back to top button