Hêzên hikûmeta Şamê derdora nuqteyên dewleta Tirk topbaran kir

Hêzên hikumeta Şamê derdora nuqteya dewleta Tirk a li gundewarên Cisir Şixûr yên Idlibê topbaran kir. Balafirên şer ên Rûsyayê jî zêdetirî 22 êrişên asmanî li herêmê pêk anî.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku gelek moşek li derdora nuqteya dewleta Tirk a li gundê Iştebreq li gundewarê Cisir Şixûr a rojavayê parêzgeha Idlibê ketin.

Balarfên şer ên Rûsyayê jî li gel firîna balafirên keşfê, bi zêdetirî 22 êrişên asmanî herêmên li derdora bajarê Idlibê û yên li bakurê rojavayê Idlibê pêk anî.

Çavdêriyê da zanîn ku hêzên hikumetê şevê din û vê sibehê jî deverên Sifûhin, Fitêra, Kisefra, El-Bara, Beynên û Filêfil topbaran kirin.

Di heman demê de, Hikumetê deverên Inkawiyê yê Sehil El-Xab li Hemayê topbaran kirin.

Dewleta Tirk 15 maşîneyên din ên leşkerî derbasî Idlibê kirin

Dewleta Tirk jî, rojane hêza xwe li Idlibê zêde dike, herî dawî jî 15 maşîneyên din ên leşkerî di deriyê kefer Losîn re derbasî herêmê kirin.

Back to top button