Berxwedana zindanan bi biryardariyeke xurt didome

Berxwedana zindanan a ji bo azadiya rêber Apo û bidawîkirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehên dewleta Tirk bi biryardariyeke xurt didome..
Parêzera Buroya Hiqûqê a Sedsalê Raziye Ozturk anî ziman ku bi girankirina tecrîdê fikar jî zêde dibin û got, “Tirkiye li diî qanûn û peymanên navneteweyî tevdigere.”

Çalakiya grevê ya bêdem û bidorveger ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan û bidawîkirina binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehên Tirkiyê bi biryardarî didome..

Bi dewrgirtina koma 35’emîn çalakiya grevê, ket roja 175’an.

Çalakiya li Mexmûrê di roja 154’emîn û ya li Yewnenistanê jî di roja 137’emîn de dewam dikin.

Parêzer Raziye Ozturk: Qirankirina tecrîdê, nîşaneya israra neçareseriyê ye

Parêzera Buroya Hiqûqa Asrin Raziye Ozturk, derbarê tecrîda li Îmraliyê didome de nirxandin kir.

Raziye Ozturk diyar kir ku Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî anîne Îmraliyê û ev komplo ji ber kêfiyet, dijhiqûqî û çewisandinê didome û destnîşan kir ku ji ber agahî nayên girtin fikar jî zêde dibin.

Raziye got:

Serlêdanên wan yên ji bo hevdîtinan a li Dadgeriya Înfaza Bursayê tên kirin roja din tên redkirin.

Parêzera Buroya Hiqûqa Asrin da zanîn ku divê neyê jibîrkirin ku tecrîd roj bi roj belav dibe û giran dibe.

Parêzera Buroya Hiqûqa Asrin Raziye Ozturk anî ziman ku Tirkiye berovajî qanûn û peymanê navneteweyî tevdigere. Girankirina tecrîdê jî, israra neçareseriyê û pevçûnane.

Bêrîvan Kutlu: Bi tecrîdê re hiqûq û edalet tê binpêkirin

Li gel vê jî Hevşaredara HDP’ê ya Cizîrê ya ku li şûna wê qeyûm hat tayînkirin Bêrîvan Kutlu jî bal kişand ser tecrîd û grevên birçîbûnê.

Bêrîvan Kutlu tecrîd şermezar kir û diyar kir ku bi dîlgirtina Rêber Apo re hiqûq û edalet hat binpêkirin.

Bêrîvan destnîşan kir ku tu hêviya wan ji hiqûqa navxweyî û navneteweyî nemaye.

Bêrîvan Kutlu: Divê em xwedî li daxwazên girtiyan derkevin

Hevşaredara HDP’ê ya Cizîrê anî ziman ku li Tirkiyê mafê hemû girtiyan tê binpêkirin. Lewra çalakiya grevê, çalakiyeke rewa ye.

Back to top button