Li Dêrazorê, Minbic û Reqayê serdana goristanên şehîdan hatin kirin û mûm hatin pêxistin.
ROJA ŞEHÎDAN – LI DÊRAZORÊ ŞEHÎD HATIN BIBÎRANÎN
26-4-2023-aed-deerazoor
Merasîm li goristana şehîdan a li bajarokê Ebû Hemam ê li rojhilatê Dêrazorê pêk hat.
Sazî, partiyên leşkerî û sivîl beşdarî merasîmê bûn.
Di merasîma bîranînê de kesên axivîn, tevahî şehîdên bakur û rojhilatî sûriyê bibîr anî û gotin:
Bi saya şehîdan di nava ewlehî û îstîqrarê de dijîn.
Her weha soza şopandina rêya şehîdan hat nûkirin.
Merasîm bi pêxistina mûman li ser gorên şehîdan bi dawî bû.