Gelek kesan di êrişa hêzên dewletê Îranê de zirar dîtin

Serhildan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê Tevî gefên darvekirin û girtinan jî berdewame.
Serhildan ‘Jin, Jiyan, Azad’ kete meha xwe ya 5’an, lê hêjî dewleta Îranê guh nedaye daxwazên gel.
Tevî ku gel di daxwaza azadiyê de bi îsrarn jî lê hêzên dewletê dev ji girtin û êşkenceyan bernadin.

Serhildan li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê kete meha xwe ya 5’an.

Serhildana ku bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ destpêkir, bi daxwaza azadiyê didome.

Hêzên dewleta Îranê ji bo tepisandina serhildanê her cure rêbazên îşkenceyê bi kar tînin.

Bi taybetî di êrişên hêzên dewletê de yên li ser xwepêşandêran bi sedan xwepêşander ku beşek zêde ji wan jin in, ji ber lêketina gule yan jî parçeyên ku bi çavên wan ketine, ziyan gihiştiye çavên wan.

Hejmarek çalakvanên sivîl li ser torên medya dijîtal daxwaz ji sendîkaya bizîşkên çav a Îranê kirine ku komisyonek ji bo lêkolînkirin û piştgiriya bi kesên ziyan bi çavên wan gihiştine re were avakirin.

Li gor raporek ya govara Newyork Times, bi sedan kes di dema xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de di encama êrişên hêzên dewletê de ziyan bi çavên wan gihiştine û gelek ji wan jî çavên xwe ji dest dane.

Dewleta Îranê girtina welatiyan didomîne

Li aliyê din çalakvan Shadi Amiri û hevjînê wê Alî Fatihî dûh ji bo kar û barê îfadeyê gazî edliyê hat kirin û li wê derê hatin girtin.

Hat zanîn ku beriya demekê bi kefaleta li beramberî 400 milyon tumenê Îranê hatibû berdan, lê duh careke din hat girtin.

Ji derveyî sedemê girtina çalakvan Shadi Amiri û hevjinê wê Alî Fathi, piştî girtinê nayê zanîn ku birine kuderê.

Back to top button