Li Awstraliyayê çeteyekî ”Tehrîr El- Şam” tê dadgehkirin

Li Awstraliyayê çeteyekî dewleta Tirk ê girêdayî çeteyên Heyit Tehrîr El-Şam bi tawana terorê tê dadgehkirin.

Çeteyê ku bi eslê xwe Awstralî ye, bi tawana şerê li rex çeteyên dewleta Tirk li Sûriyê, îro li dadgeha Parramatta li bajarê Sêdnî yê Ewstraliyayê tê dadgehkirin.

Rojnameya The Guardian diyar kir ku çeteyê bi navê Fayiz (44) ye duh ji aliyê polîsa Awstraliyayê ve li bakurê welêt hat girtin.

Li gorî Rojnameyê ev çete di nav de şerê li rex çeteyên ”Heyit Tehrîr El-Şam” li Sûriyê, bi tawana kirina 12 sûcan tê dadgehkirin.

Hat ragihandin ku ev çete salên 2012 û 2013’an hatiye Sûriyê û navê wî di lîsteya lêgerînê de bû.

Duh Almanya jî dest bi darizandina çeteyekî DAIŞ’ê ku tiliya wî di qirkirina Êzidiyan de hebû, kirbû.

Back to top button