Hunermendên Kobanê: Ji bo doza Kurdî, divê hêzên kurdî helwesteke cidî bigirin

Ji bo rewşa li zînî wertê Hunermendên Kurd ên kantona Kobanê, Partî û aliyên siyasî yên Kurd ên li kantona Şehbayê daxuyaniyî dan. Aliyan bang li hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê kir ku nekevin xefika dewleta Tirk. Endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Fethullah Hiso jî diyar kir ku armanca artêşa Tirk a dagirker a sereke, afirandina şerek Kurdî-Kurdî ye.

Hunermendên Kurd ên kantona Kobanê derbarê rewşa li Zînî Wertê daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya bajarê Kobanê hat xwendin.

Bi dehan hunermendên Kurd ên kantonê di dema xwendina daxuyaniyê de amade bûn.

Hunermendan diyar kir ku şerê îxanetê ku ji aliyê PDK’ê ve bi destekdayîna Tirkiyê di salên 90’î de hat kirin, niha li dijî tevgera rizgariya Kurdistanê li Başûr dubare dibe.

Hunermendên Kobanê bang li eşîrên Kurdan, rêxistin û partiyan kir ku helwestên xwe li beramberî bûyerên li Zînî Wertê diyar bikin.

Her wiha bang li tevahî hêzên Kurdistanî yên leşkerî, siyasî, sazî û rêxistinan û hemû eşîrên Kurdan kirin ku helwesteke cidî û pîroz der barê doza kurdî de bigirin.

”Em bang li birayên xwe yên başûr dikin ku nekevin xefka dewleta Tirk”

Partî û aliyên siyasî yên Kurd ên li kantona Şehbayê jî daxuyaniyek li kampa berxwedanê dan.

Partiyan bang li hikumeta herêma Başûrê Kurdistanê kir ku nekevin xefika dewleta Tirk.

Her wiha guh bidin bangên gelê Kurd ên çareserkirina nakokiyên hundirîn û parastina destkeftiyên Başûrê Kurdistanê.

Fethullah Hiso: Kurdistan ne ya partiyekê tenê ye, divê PDK’ê ji Zînê Wertê derkeve

Li aliyekî din jî endamê Buroya Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Fethullah Hiso diyar kir ku armanca artêşa Tirk a dagirker a sereke, afirandina şerek Kurd-Kurd e.

Fethullah Hiso bang li aliyên Kurd kir ku ji bo yekitiya Kurd kar bikin û rê nedin dijminên Kurdan ku wan nakokiyan bikar bîbin.

Back to top button