TEV-DEM′ê şehîdên Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anî

TEV-DEM′ê şehîdên Serhildana 12’ê Adarê bi bîr anîn û diyar kir ku divê hikumeta Şamê zîhniyeta xwe biguherîne.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 19’an Serhildana 12’ê Adarê li Qamişlo, daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê şehîdên 12’ê Adarê bi bîr anî û û got: ”Ev serhildana gel di Adara 2004′an de pêk hat.

Çirûska wê ji Qamişlo bû û heta bi bajarên Rojava û bajarên mezin ên Sûriyeyê çû. Li hember rejîma Baasê wek bahozekê bû.”

TEV-DEM’ê anî ziman ku vê serhildanê ruhê şovenîst û nîjadperest ya zîhniyeta Baasê li dijî Kurdan û pêkhateyên din eşkere kir.

TEV-DEM′ê diyar kir ku divê hikûmeta Şamê zîhniyeta xwe ber bi demokratbûyînê ve bibe û vîna gelên Sûrî qebûl bike.

Back to top button