HRE: Di rêzeçalakiyên li herêmên dagirkirî 4 çete û leşkerek hate kuştin

Hêzê Rizgariya Efrînê li herêmên dagirkirî taybet gundewarên Efrînê li dijî leşker û çeteyên artêşa dagirker rêzeçalakî pêk anî, di encamê de 4 çete û leşkerek hatine kuştin û 3 çete û 2 leşkerek jî birîndar bûn.

Hêzên Rizgariya Efrînê li dijî çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker bê navber çalakiyan pêk tîne û derbên giran li dagirkeran dixe.

Hêzên rizgariyê di navbera 17-24’ê gulanê li dijî dagirkeran rêzeçalakî pêk anî.

Hêzên Rizgariyê derbarê rêzeçalakiyan de ev gahî dan:

17`ê Gulanê, li gundê Hecîka ya navçeya Reco, di encama çalakiyeke sabotajê de 2 çete hatin kuştin, 2 jî brîndar bûn.

Her wiha erebeyek hate derbkirin.

18`ê Gulanê li taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê, di encama çalakiyeke sekvanî de, çeteyek hate birîndarkirin.

19`ê Gulanê, li Cerablûsê, li hember dagirkeran çalakiyek sabotajê hat lidarxistin.

Di vê çalakiyê de hêjmara kuştî û brîndarên dijmin nehatin zelalkirin.

24`ê Gulanê li nêzî gundê Keferxweşê ya Ezazê, di encama çalakiyeke sekvaniyê de 2 çete hatin kuştin.

Di heman rojê de, li gundê Kil Cibrîn yê Ezazê li hember baregeheke dagirkeran çalakiyek bi dronê hat lidarxistin.

Di encama vê çalakiyê de jî leşkerek hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn.

Hêzên rizgariyê diyar kir ku di encama van çalakiyan de bi giştî 4 çete û leşkerek hatin kuştin 3 çete û 2 leşker jî birîndar bûn.

Back to top button