Dewleta Tirk bi armanca guhertina demografiyê kiryarên qirêj bi kar tîne

Hevserokê Meclisa Rêveber a Minbicê û Gundewaryên wê Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku dewleta tirk li heremên dagirkirî siyaseta Osmaniya nu dimeşîne.

Mihemed Xêr Şêxo derbarê gûhertina demografîk li herêmên dagirkirî ji ajansa hawarê re axivî.

Mihemed Xêr Şêxo da zanîn ku dewleta Tirk çeteyên Sûriyê li herêmên dagirkirî li şûna şêniyên wê yên resen bi cih dike û dest datîne ser milkên wan.

Şêxo destnîşan kir ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî siyaseta tirkirinê di rêya guhertina demografîk û ferzikrina zimanê Tirkî lîreya Tirkiyê dimeşîne.

Têkildarî mijarê Hevserokê Meclisa Rêveber ev tişt anî ziman:

“Bi armanca pêkanîna guhertina demografîk hikumeta Şamê piştî ku bi dewleta Tirk re gihaşt lihevkirinekê, nêzî 150 malbatên çeteyan ji Quneytarayê li Babê bi cih kir.”

Mihemed Xêr bang li Neteweyên Yekbûyî-NY kir ku li pêşiya van sûcan bisekinin.

Back to top button