Li Bakûrê Kurdistan ji ber ku girtiyên siyasî nayên dermankirin jiyana xwe ji dest didin

Dewleta Tirk a dagirker girtiyên siyasî yên nexweş ji mirinê re rû bi rû dihêle û mafê wan ê tedawiyê asteng dike. Ji ber vê nêzîkatiyê duh girtiyên bi navê Hûseyên polat jiyana xwe ji dest da

Girtiyê bi navê Huseyîn Polat ê li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê, ji ber ku mîdeya wî xwîn bû û nehate dermankirin jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyan girtiyê siyasî Huseyîn Polat ku 24 sal in girtî bû, li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê di 25’ê Çileyê de mîdeya wî xwîn bû.

Rêveberiya Girtîgehê Huseyîn Polat birin nexweşxaneyê, lê belê bi îdîaya ku “cih nîne” ew vegerandin girtîgehê.

Polat wê demê derfet dît ku bi telefonê bi malbata xwe re biaxive û anî ziman ku tenê derziyek li wî xistine û ew vegerandine girtîgehê, lê bedena wî werimiye.

Polat di telefonê de gotibû “Ez hîs dikim ku ez ê bimirim” û piştî demeke kurt jiyana xwe ji dest da.

Hat zanîn ku cenazeyê Polat li navçeya Kestel a Bûrsayê hatiye veşartin.

Back to top button