Xelkê Hesekê şehîd Omer bi merasîmekê oxir kirin

Şêniyên Hesekê cenazeyê şervanê YPG’ê Omer Şêxo yê ku di encama nexweşiyekê de şehîd bibû, bi merasîmek girseyî oxir kirin. Di merasîmê de nasnameyên du şehîdan hatin ragihandin.

Şêniyan cenazeyê şervanê YPG’ê Omer Şêxo yê ku 5’ê Tîrmehê di encama nexweşiyekê de li bajarê Hesekê şehîd bibû, wergirtin û ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê yê bajarê Hesekê çûn.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî, li ser navê PYD û Meclisa Malbatên Şehîdan axeftina hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û soza şopandina riya wan dan.

Di merasîmê de Meclisa Malbatên Şehîdan şehadeta şervanê QSD’ê Emar Osman (Birusk) û gerîlayê HPG’ê Rustem Cûdî ragihand.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rojda Ehmed nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Piştre cenazeyê şehîd Omer Şêxo di nava diruşme û tilîliyên dayikan hate veşartin.

Back to top button