Luqman Ehmê: DAIŞ û hêzên herêmî ji girtina dergeha Til Koçer sûd werdigrin

Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê hişyarî da, ku dê DAIŞ û hêzên herêmî sûdê ji encamên aborî yên girtina dergehê sînor ê Til Koçer bigirin.

Di 9`ê Tîrmehê de Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) projeya biryara dirêjkirina dema girtina deriyê sînor ê Til Koçer ê di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Iraqê de erê kir ku Rûsya û Amerîkayê amade kiribû.

Têkildarî mijarê, Berdevkê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Luqman Ehmê axivî û ev tişt anî ziman:

“Rêveberiya Xweser ji zêdetirî salekê ji dema girtina deriyê Til Koçerê ve, hewl dide ku ev derî ji nû ve were vekirin.

Ruxmî ku gelek dewletên di Meclisa Ewlehiyê de têkildarî vekirina deriyê El-Yerûbye xwedî helwestên erênî bûn, lê ev helwest li hemberî bazar û fişarên Rûsya û dewleta Tirk hatin guhertin.”

Ehmê wiha domand:

“Li gel rewşa şerê ku em tê re derbas dibin, dorpêça aborî û siyasî ku gelek alî hewl didin li ser herêmê ferz bikin, deriyê Til Koçer li hember van siyasetan damara sereke ya herêmê ye.”

Luqman Ehmê: Hewl didin fişarê li Rêveberiya Xweser bikin

Girêdayî armanca sereke ya girtina deriyê Til Koçerê Luqman Ehmê wiha got:

“Dewletên cîranan û yên ku mudaxeleya Sûriyê dikin, naxwazin Rêveberiya Xweser xwedî biryareke serbixwe be , û hewl didin fişarê Ii Rêveberiya Xweser bikin .”

Ehmê piştrast kir ku rêya herî guncew a ji bo derbaskirina bandora girtina deriyê Til Koçer, bikaranîna derfetên xweser e.

Her wiha Ehmê diyar kir ku yek ji rêbazên têkoşîna li dijî bermahiyên DAIŞ`ê jî, ew e ku deriyekî sînor li herêmên Bakur û Rojhialtê Sûriyê vekirî hebe heta ku alîkariyên mirovî û derman bigihêje herêmê.”

Ehmê di dawiyê de banga vekirina dergehê Til Koçerê li pêşiya derbaskirina alîkariyên mirovî kir.

Back to top button