YPS-JIN: Li Sakaryayê 4 leşker mirin 12 jî birîndar bûn

YPS-JIN ragihand ku 9’ê Tîrmehê li navçeya Adapazari ya Sakaryayê li dijî wesayîta zirxî ya leşkerên Tirk li nav bû çalakî kiriye û 4 leşker hatine kuştin, 3 jê giran bi giştî 12 leşker jî birînar bûne.

Yekîneya Tolhildanê ha Hîzan Garzan a YPS-JIN a daxuyaniyek nivîskî da, ragihand ku ji bo bîranîna Mezlûm Tekdag (Mezlûm Jiyanda) ê 1’ê Cotmehê di êrîşa esmanî ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbû, pêk aniye.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya ‘Pêngava Tolhildanê ya li djiî mêtinger û sîxûr-hevkaran’ de li herêma Taşkisigi ya navçeya Adaparzari ya Sakaryayê li dijî wesayîteke zirxî çalakiyek hatiye kirin

Di vê çalakiyê de 4 leşker hatin kuştin, 3 jê giran bi giştî 12 leşker birîndar bûne, wesayît bi temamî hate teqandin.

YPS-JIN anî ziman ku li dijî dewleta dagirker her kêlî li her derê em ê di nava çalakiyan de bin.

YPS-JIN di dewamiya daxuyaniya xwe de wiha got:

“Divê gelê me baş bizane ku dewleta TC’ê bi şerê taybet ê medyayê nûçeyên derew parve dike.

Her çalakiya tê kirin, weke ku qeza bûye dixwazin binixûmînin. Ev yek jî dide nîşandan ku dewleta dagirker çiqasî qels û lewaz e, rejîma AKP-MHP’ê li ber hilweşînê ye.

Em ê bi ruhê Cenga Heftanînê têkoşînê bilind bikin û darbeya dawî li faşîzma AKP’ê bidin.”

YPS-Jın bang li jinên berxwedêr û her kesî kir ku cihê xwe di nava yekîneyên tolhildanê de bigirin û darbeya dawî li faşîzmê bidin.

Back to top button