Tevî hişiyariyên navdewletî dêra Aya Sofiya veguherî mizgeft

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan dêra Aya Sofiya ya li Stenbolê veguherand mizgeftê

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan îro raghind ku Dêra Aya Sofiya ya li Stenbolê li pêşiya musilmanan vekiriyê ji bo lê nimêjê bikin.

Erdogan di daxuyaniyekê de ku li ser twîttera xwe belav kir got: “Biryar hate standin ku Dêra Aya Sorfiya ji aliyê serokatiya kar û barên olî ve were birêvebirin û dê ji bo nimêjê were vekirin.”

Dadgeha herî bilind a rêveberiya Tirkiyê îro biryara da ku sîfeta “Mûzexane” li ser dêra “Aya Sofiya” were rakirin.

Li gorî Sky News Arabia, dadgeha Tirkiyê biryara ku sala 1934’an derxistibû betal kir ku li gorî wê dêra navborî veguhere mûzexaneyek.

Rexmî hişyarên rayderên DYA, Fransa, Rûsya, Yewnanistanê û oldarên dêrê Tirkiyê ev biryar da.

Back to top button