Dagirker neçar man ku xwe ji 3 cihên Avaşînê vekişînin

Dewleta Tirk a dagirker xwe li ber berxwedan û derbên gerîla negirt û ji 3 cihên Avaşînê vekişiya.

Di encama berxwedana gerîlayên HPG û YJA Starê de dewleta Tirk a dagirker neçar ma xwe ji herêmên Dola Maran, Dola Konferansê û Tabûra Ereba yên Avaşînê vekişîne.

Ji 23’ê Nîsanê ve artêşa dagirker hewl dide herêmên parastinê yên Medyayê deverên Zap, Avaşîn û Metîna dagir bike, lê ji ber berxwedana gerîla hew dikare pêş bikeve û her roj têk diçe.

Back to top button