Êlên Herêmê, bang li hemû êlên kir ku li pey planên fiteneyê nekevin, ewlehî û aramiya herêmê xwe, biparêzin.
Desteya Êl û Rûspiyên Bakur û Rojhilatê Sûrî, têkildarî hewldanên tevliheviya li Minbicê, daxuyaniyek çapemenî da.
Desteya Êl û Rûspiyên bibîrxist ku di demên dawî de êrîşên li dijî Rêveberiya Xweser ji aliyê hikûmeta Şamê, Tirkiyê û Opozîsyona derve zêde bûne.
Desteyê anî ziman ku hikûmeta Şamê piştî hilbijartinan dixwaze bi rêya derxistina tevliheviyê fitneyê bixe navbera pêkhateyan, da ku ewlehiya herêmê têk bibe .
Her wiha bang li hemû êlên herêmê kir ku li peya lîstokên hikûmeta Şamê nekevin, biratiya gelan û ewlehiya herêmê biparêz in.