HPG: Li herêma Metîna 5 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin

Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê ji hewayî û bejahî ve li dijî artêşa Tirk ya dagirker çalakî pêk anîn.HPG’ê ragihand li herêma Metîna ya başûrê Kurdistanê 5 leşkerên Tirk hatin kuştin û Fermandariya Tugaya Şirnexê û Navenda Kontrolê ya Balafirên Bê Mirov ji hewayê de hatin hedef girtin. 

Li başûr û bakurê Kurdistanê gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi çalakiyên bi bandor rojane derban li artêşa Tirk ya dagirker didin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla û êrîşên dagirkeriyê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

HPG’ê diyar kir Hêzên Parastina Hewayî ya Şehîd Delal şeva 20’ê Gulanê li dijî dagirkerên li Girê Azad ê Herêma Metîna çalakiyeke serketî pêk anîn.

Hat diyar kirin 20’ê Gulanê hemwext li Êlihê li Navenda Kontrola balafirên bê mirov ya dewleta Tirk û li Fermandariya Tûgaya Şirnexê û li dijî binkeyên helîkopteran 3 çalakîyên serketî hatine kirin.

HPG’ê ragihand di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê de jî li artêşa Tirk ya dagirker hatiye xistin.

Hat gotin, 20’ê Gulanê li dijî dagirekerên ku li Qereqola Kuroşîno ya li ser sînor ber bi Boxaza Orê ya li herêma Metîna ketin tevgerê çalakî hat kirin.

Hat gotin di encama çalakiyan de 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker êrîşên xwe yên hewayî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne.

Hat diyar kirin 19 û 20’ê Gulanê balafirên şer û helîkopteran Herêma Zapê bombarankirin.

HPG’ê da zanîn ji ber van bombebaranan ti ziyan negihiştiye hêzên gerîla.

Back to top button