Li Soranê, jinek 140 segên bê xwedî kedî dike

Li herêma Soranê ya Başûrê Kurdistanê, jinek bi navê Xunav Mihemed 140 seyên bê xwedî kedî dike.
Ew rojane bi wan re ye û du keçên xwe re, çavdêriya xwarin û tenduristîya wan jî dike.
Li gorî wê, mafê wan jî heye ku bi rihetî bijîn, çimkî ev cîhan ne tenê ya mirovan e.

Xunav Mihemed jinek ji Sorana Başûrê Kuristanê, 140 segên bê xwedî li stragehekê derveyî bajar tîmar dike.

Pêşî, 40 segan bi xwebexşî kom dike û piştre li ser daxwaza Rêveberîya Sorannê, ev stargehtê vekirin û rojane li jî gel wan e.

Ew û du keçên xwe ji hêla xwarin û tendurstiyê ve, bi hezkirin çavdêriyê li wan dikin.

Li herêma Soranê, hejmareke zêde ya seyên bê xwedî hene û li kolanan digerin û gelek caran dibin aramnca guleyên mirovan û wan dikujin.

Xunav a mamoste dibêje ku ev cîhan ne tenê ya mirovan e, lê belê mafê hemû zindîyan heye ku lê werin parastin.

Li vê penagehê, seyên polîsan, ewropî û yên Kurdî jî hene.

Ev nêzîkî du salan e evqas sey bi hev re tên kedîkirin û kirîn û firotina wan jî qedexe ye.

Û îroroj, Xunav xwediyê xwe dibînin, çimkî bi her awayî li wan miqate ye û wan ji cîhana derve diparêze.

Back to top button