Kerkûk-Balafireke bê mirov a koalîsyonê kete xwarê

Koalîsyona Navneteweyî ragihan ku li başûrê Kerkûkê balafireke wan a bêmirov ket xwarê. 

Koalîsyona Navneteweyî ya dijî DAIŞ’ê derbarê vê mijarê de daxuyaniyek da û ev agahî dan:

”Balafireke me ya bê mirov li Kerkûkê ket xwarê. Balfir ji ber pirsgirêkeke teknîkî kete xwarê.”

Koalîsyonê eşkere kir ku ev balafir ji bo piştgiriya hêzên leşkerî ya Iraqî çûbû Kerkûkê.

Piştî bûyerê hêzên Koalîsyona Navneteweyî û ewlekariyê gihîştine cihê bûyerê.

Di encama ketina balafirê de tu zirereke canî çênebûye.

Back to top button