Meryem El-Ibrahîm bang li NY kir: Şandeyekê bişînin Şêxmeqsûd û Eşrefiyê

Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser ji ber dorpêça li Şehba û taxên Heleb bang li NY’yê kir.

Dorpêça hikumeta Şamê li dijî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê dewam dike.

Hikumeta Şamê nehêle pêdiviyên bingehîn ên jiyanê û alîkarî bikevin herêmê.

Hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser Meryem El-Ibrahîm derbarê mijarê de axivî.

Meryem destnîşan kir ku rewşa mirovî li herêmên dorpêçkirî zehmet e û ev tişt anî ziman:

“Her kes dizane ku li Şehbayê kampên koçberan hene, dorpêç êşa koçberan girantir dike.

Rewşa li Şehba, Eşrefiyê û Şêxmeqsûd trajîk e. Hikumeta Şamê tenê derdê wê parastina destilatdariya xwe ye.”

Meryem bal kişand Rêveberiya Xweser ruxmî derfetên xwe yên kêm amade ye piştgiriyê bidin van herêman.

Lê ji ber dorpêça hikumeta Şamê derbaskirina alîkariyan tê astengkirin.

Meryem bang li NY’yê kir ku şandeyekê bişîne wir da ku rewşa wan herêman bişopînin û binrixînin.

Back to top button