Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî: CPT’î bi erka xwe ranabe

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûrî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Welatiya bi navê Dehla Ehmed dibêje dewleta Tirk ji fikrê Rêber Apo ditirse, ji ber wê tecrîdê giran dike.

Dehla destnîşan kir ku bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan jin roleke pêşeng di hemû qadên jiyanê de dilîzin.

Dehla Ehmed tecrîd şermezar kir û anî ziman ku ev tecrîd li dijî hemû qanûn û pîvanên mafên mirovan e.

Welatiyê bi navê Îbrahîm El Hemûd jî anî ziman ku dixwazin bi rêya tecrîdê rêber Apo dûrî gel bikin.

Welatiyê bi navê Şêxmûs Îbrahîm jî behsa helwesta CPT’î ya li hember tecrîdê kir û ev tişt anî ziman:

“CPT, hevkara dewleta Tirk a dagirker e û bi dewletên kapîtalîst re dûrî nirxên xwe yên mirovî dixebite.”

Şêxmûs Îbrahîm bang li tevahiya gelê Kurdistanê kir ku li hember siyasetên dewleta Tirk dakevin qadan.

Back to top button