Li Şengalê 3 gorên komî yên din hatin vekirin

Li navçeya Siba Şêx Xidir a girêdayî Şengalê dest bi vekirina 3 gorên komî hat kirin. Di vekirina gorên komî de xizmên kesên ku hatine kuştin axivîn û diyar kirin ku ev 9 sal in li bendê ne ku cenazeyên xizmên wan ji bin axê derxin.

Civaka Êzidî di dirêjahiya dîrokê de rastî gelek kuştin , ferman û komkujî hatine.

Herî dawî di 3 ê tebaxa 2014 an de çeteyên DAIŞ ê êrîşî çiyayî şengalê kirin û fermana 74’an pêk anî.

Ji ber hejmara kuştiyan pir zêde bû ew di gorên komî de hatin veşartin.

Gelek caran Hikûmeta Îraqê xebatê vekirina koman da rawestandin lê gelê Şengalê bi salane her car hejmarek ji wan goran bi merasîmên olî vedikin.

Back to top button