Tecrîd û gefa li dijî Rêber Apo li Silêmaniyê hat şermezarkirin

Li dijî gef û tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û ne-wergirtina agahiyên têkildarî rewşa wî, ji aliyê Komîteya Azadiya Ocalan ve li bajarê Silêmaniyê çalakiyek girseyî hat lidarxistin.

Di çalakiyê de ji aliyê Endamê Komîteya Azadiya Ocalan Şalaw Mahmûd ve daxuyaniya komîteyê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku kiryarên AKP-MHP’ê yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan, nîşaneya dijmintiya wan ya herî mezin û berçav ya gelê Kurde.

Di daxuyaniyê de bertek nîşanî bê helwestiya hêz û rêxistinên mafên mirovan yên navnetewî hate dayîn û hate gotin:

“Ev bê-helwestî dibe sedem ku zext û tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan bidome.

Ha gotin, li beramberî faşîzma AKP-MHP’ê û bê-helwestiya hêzên navnetewî, tenê bi zêdekirina çalakî û berxwedanê dikare ev komplo, gef û tecrîda girankirî bê pûçkirin.

Lewra divê her kes vê erkê exlaqî û dîrokî bide ser milê xwe û di kesayeta Rêber Apo de, azadiya bêdawî ji gelê Kurd, gelên herêmê û cîhanê re mîsoger bike.

Li Hollanda û Kanadayê ciwanan tecrîd şeremezar kirin

Back to top button